Kolandinên binê erdê li Perre ya Semsûrê destpêkirin
PeyamaKurd – Kolandinên binê erdê yên arkeolojîk li bajarê Semsûrê li bajarê kevnare Perre yê li dora Kaniya Romayê destpêkirin. Kolandinên binê erdê wê li dora kûrahiya 4 metreyan be û tê hêvîkirin ku piştî kolandinên binê erdê sarincên avê derên ortê.
Berê li bajarê kevnare Perrayê lêkolînên arkeolojîk hatibûn kirin û gelek şikeft, sîteyên kevin û gor derketibûn holê. Bajarê kevnare yê Perreyê yek ji 5 jîngehên Qraliyeta Komagenen ye. Li Perre yê li dora Kaniya Romayê gundeki bi navê Pîrînê hatibû avakirin lê dewletê wan xaniyan ji xwediyên wan kirin û loşandin.
Gundê bi navê Pîrînê ku li dora Kaniya Romayê ava bû bû, ava vexwarinê ji kaniya Romayê temîn dikirin û niha tê texmînkirin ku li pişt kaniyê sarincên avê hene.
Parêzgeha Semsûrê bi berhemên xwe yên dîrokî bi nav û denge. Bajarê Perre, jîngeha Besniyê, Kela Kolikê, Pira Cendereyê, Arsemiya û Çiyayê Nemrûdê ciyên herî dîrokîne ku xelkê biyanî û ji nav welat her sal bi sed hezaran kes seredana wan deveran dike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin