Parêzgariya Semsûrê pistî erdhejê dewama fermî da destpêkirin

22 sibat 2023 21:43
Parêzgariya Semsûrê pistî erdhejê dewama fermî da destpêkirin

PeyamaKurd – Parêzgariya bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê ku di erdheja 6ê Sibatê de, karesateke mezin lê rû dabû, biryar da ku dewama fermî ji bo karmend û karkerên li bajarê dest pê bike.

Hat ragihandin ku îro 22yê Sibatê bi fermana parêzgariyê dewama fermî li nav sazî û dezgehên bajêr dest pê kiriye ku ji ber erdhejê zerareke zêde çêbûye û piraniya xelkê bajêr jî koçber bûne.

Parêzgariya Semsûrê di daxuyaniya xwe de ragihand: “Bi biryara parêzgariya me ya 13.02.2023ê ya hejmar 29239, li bajarê me ku ji ber erdhejê ji aliyê Serokkomariyê ve Rewşa Awarte hatibû ragihandin, mohleta îdarî bo karmendan hatibû dayîn. Lê li ser pêwîstiyê ji bilî karmendên serbazî, karmendên tenduristiyê û karmendên mohleta yasayî wergirtine, karmendên din dê piştî 21.02.2023 bên dewama asayî.”

Parêzgarî herwiha diyar kiriye, wê ji bo kesên nexweş, ducanî û karmendên jin ku zarokên wan ji 5 salî biçûktirin dewam bê asankirin, dem bi dem bixebitin û ji bo kesên neçin ser karê xwe jî wê rêkarên yasayî bên destpêkirin.