Fûara tûrîzmê li Hewlêrê destpêkir

17 adar 2019 17:17
Fûara tûrîzmê li Hewlêrê destpêkir

PeyamaKurd- Fûara tûrîzmê ya 2. ya Rojhilata Navîn (METEX) li Hewlêrê destpêkir. Ji 20 welatî 250 fîrma tevlî fûarê dibin.

Di Rojhilata Navîn de fîrmayên herî mezin yên tûrîzmê di navbera 17-20 ê adarê de li payîtexta Kurdistanê li Hewlêrê hatin cem hev. Fûar di parka Samî Abdurrehman de hat danîn. Armanca METEXê ew e ku bo tûrîzmê geşepêdanê bikin û sehayên nû bo kar veke.

Destpêka fûarê ji aliyê serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de hat vekirin. Barzanî li hemû beşên fûarê geriya. Pêre gelek dîplomatên Iraqê, yên Kurdistanê, wezîrên tûrîzmê û temsîlkarên sektorê hebûn. Barzanî di axaftina destpêka fûarê de tiştên gelek balkêş got:

“Li Kurdistanê derfetên tûrîzmê bo her 4 demsalan heye. Xwezayeka wê ya balkêş heye. Deşt, wadî, çiya, tepe, daristan, rûbar û bi sedan ciyên dîrokî hene ku tûrîst dixwazin bibînin. Ji hemûyan girîngtir mêvanperweriya xelkê Kurdistanê heye ku bingeheka girînge. Civaka me her dem girîngiyê dide xweşiyên jiyanê, bexteweriyê û aştiyê.”