Li Rûsyayê 3 endamên malbateke Kurd ji aliyê nijadperestekî Rûs ve hatin kustin
PeyamaKurd – Li gundê Velçanisko yê li parêzgeha Veronîç a Rûsyayê, 3 endamên malbateke Kurd ji aliyê nijadperestekî Rûs ve hatin kuştin.
Li gor zanyariyan, roja 16ê vê mehê 3 endamên malbateke Kurd ji aliyê kesekî Rûsî yê bi navê Vîktor Mîrsikoy ve hatin kuştin. Kesên hatine kuştin, Gulistan Îbrahîmova (59 salî), Nadir (19 salî) û Ezîz (5 salî) ne.
Zanyari diyar dikin, ev malbata Kurd ji berî 20 salan ve ji Qirxizistanê koçberî vî gundî bûye û lê dijî. Li gor gotinên xelkê gund jî, pêştir ti pirsgirêka vê malbatê bi tu kesî re tune bû, lê şeva 16ê vê mehê kesekî Rûsî yê bi navê Vîktor Mîrsikoy êrîşî ser vê malbatê kir û her sê endamên malbatê kuştin.
Li gor ku Asya keça Gulistanê daye zanîn, êrîşker destpêkê Ezîz dixeniqîne, pişt re bi çek Nadir dikuje, di wê demê de Gulistan ku li derveyê malê dibe, êrîşker guleyan wê lî direşîne û dikuje.
Herwiha kesên nêzîkî wê bûyerê dibêjin, kujerê vê malbatê pêştir gefa derkirina tevahiya Kurdan ji vî gundî xwariye.
Niha kujer ji aliyê polîs ve hatiye desteserkirin û lêkolîn di vê êrîşê de berdewam in.
Gundê Velçanisko, 165 k.m li başûrê Veronîç e û 400 kesên Rûsî, Kurd û netewên din lê dijîn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin