Li Efrînê milîsên girêdayî Tirkiyê endamên malbateke Kurd revandin
PeyamaKurd – Li Efrînê, milîsên girêdayî Tirkiyê yên bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” endamên malbateke Kurd ji destpêka meha Kanûnê ve revandin û ew birin cihekî nediyar. Heta niha jî nayê zanîn bo çi hatine revandin.
Li gor çavkaniyên ji Afrinpostê, milîsên “El-Hemzat” hemû endamên malbata Ednan Rehîm Cimo/50salî/ ji şêniyên gundê Keferşîlê ji mala wan a li taxa Mehmûdiyê ya Efrînê revandin, pişt re radestî milîsên “polîsên leşkerî” kirin.
Malbat ji 4 kesan pêk tê û ew jî ev in:
Bav Ednan Rehîm Cemo /50 salî/
Hevjîn Fatime Mehmûd Honîk /50 salî/
Keça temen biçûk Elya Ednan Cemo /13 salî/
Kur Rizgar Ednan Cemo /25 salî/
Çavkanî destnîşan dikin, heta niha derbarê çarenûsa malbatê de tu agahiyên piştrast tune ne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin