Li Efrînê milîsên girêdayî Tirkiyê nahêlin welatî darên xwe yên zeytûna biçînin
23 cotmeh 2020 15:01
PeyamaKurd - Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, çekdarên milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” yên Tirkî û Ixwan Mislimîn li ber kargeha birînê, li ser rêya Efrîn-Raco rêbendek danîn û nahêlin piraniya welatiyan zeytûna biçînin.
Li gor Afrînpostê, armanca astengkirina çinîna zeytûnan, ew e ku demek dirêjtir qezenc bikin, da ku niştedagîr û çekdar bêtir zeytûnên welatiyên Kurd bidizin.
Herwiha hat diyarkirin ku milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” roja Sêşemê 20ê Cotmeha 2020an, 30 darên zeytûna li gundê Qude yê navçeya Raco birîn. Darên hatine birîn jî, yên welatiyekî Kurd ku bi darê zorê ji gundê xwe hat koçberkirin, lê navê wî nehat bidestxistin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Efrînê milîsên girêdayî Tirkiyê endamên malbateke Kurd revandin
01 rbn 2021
Cîhan
Li Efrînê di navbera komên girêdayî Tirkiyê de ser derket
31 tbx 2024
Jiyan
Sam: Li Idlib û Laziqiyê 9 dronên çekdarên girêdayî Tirkiyê hatin xistin
15 cot 2024
Teknoloji

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin