Li Îrlandayê 3 endamên malbateke Kurd di bûyereke trafîkê de can dan
PeyamaKurd – Li Îrlandayê, her sê endamên malbeteke Kurd, di encama bûyereke trafîkê de can dan.
Karzan Sebah, beriya niha nişteciyê nahiya Behreke ya ser bi Hewlêrê ve bû û bi mebesta perwerdehiyê, tevî hevjîna xwe çûbû Îrlandayê. Li Îrlandayê di encama bûyereke trafîkê de her sê endamên malbatê can dan.
Karzan ligel hevjîna xwe Şehên Qasim û keça xwe Lîna ku hîn 8 mehî bû, bi hêviya jiyanê diçûn û plana wan hebû ku piştî temambûna perwerdehiya Karzan, jiyaneke nû destpê bikin, loma xwestibûn li bajarekî din xanî bigrin.
Birayê Karzan, Barzan Sebah daye zanîn: “Do kesek bi rêya telefonê bi min re kete pêwendiyê û got 'ez Bêrîn, xelkê Silêmaniyê me û li Îrlandayê hevalê Karzan im, bûye 22 saet em bi telefonê li Karzan digerin, lê girtî ye û ti agahî derbarê wî de tune', pişt re min hejmara telefonê jê wergit û got 'em diçin polîs, bûyereke trafîkê qewimiye, lê em hêvî dikin ew nebin', piştî mexrîbê telefon kir û got 'Tu dikarî bi polîsê Îrlandayê biaxivî?' telefon da karmendekî polîs û çend pirsyar li ser navê Karzan, hevjîn zaroka wan kirin.”
Barzan destnîşan kiriye, îsal sala dawî ya pewerdehiya Karzan bû û ligel hevjîna xwe çûne bajarekî din ji bo xanî bigrin, ji bo ku mala xwe bar bikin.
Li ser anîna termên wan eşkere kiriye, biryar e bi rêya hevalên wî û koma Kurdên li Îrlandayê termên wan veguhezînin Kurdistanê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin