Li Rojhilatê Kurdistanê teqîn: Welatiyekê jiyana xwe ji dest da
Li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê, mîneke bejayî ya ji Şerê Îran û Iraqê mayî teqiya. Di teqînê de kesekê jiyana xwe ji dest da.
RûpelNews - Li gundewarê bajarokê Seqizê ya Rojhilatê Kurdistanê, piştî teqîna mîneke bejayî ya ku ji Şerê Îran û Iraqê mayî, kesekê jiyana xwe ji dest da.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mehr, li bajarokê Seqizê, ku nêzîkî sînor e, mayîneke bejayî teqiya.
Xortekî 21 salî, ku navê wî nehatiye eşkerekirin, di encama teqînê de jiyana xwe ji dest da.
Şerê di navbera Îran û Iraqê de, ku di 22ê Îlona 1980an de dest pê kiribû, di 20ê Tebaxa 1988an de piştî Biryarnameya 598an a Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, ku ji aliyê her du aliyan ve hatibû qebûlkirin, bi dawî bû.
Mînên ku di dema şer de li ser sînoran hatine danîn, li her du welatan dibe sedema mirin an jî birîndarbûna gelek kesan.
