Li Rojavayê bi sedan kes wenda ye
Komîteya Girtî û Windayan a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku hejmara kesên winda gihîştiye 628an. Aqûbeta wan wendayan nayê zanîn ku sax in an mirî ne.
RûpelNews - Komîteya Girtî û Windayan a li Rojavayê Kurdistanê hejmara kesên wenda ragihand.
Li gorî agahiyên komîteyê 628 kesan wenda ye. Ligel vê 138 kesên ku girtina wan hatiye piştrastkirin niha di girtîgehên Îdlib, Reqa, Dêrezor, Heleb, Minbic û Himisê de ne.
Komîteyê diyar kir ku ev windabûn bi wan rûdanan ve girêdayî ne ku di navbera 6 û 29ê Kanûna Paşîn a 2026an de li herêmên Rojavayê û bajarê Helebê qewimîne.
Di wê demê de êrişî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê û çend herêmên din ên Sûriyeyê hat kirin.
Ev êriş wê demê pêk hatin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji herêma Dêr Hafirê vedikişiyan. Komîteya Girtî û Windayan eşkere kir ku di encama wan rûdanan de hinek şervanên HSDyê, Hêzên Ewlehiya Navxweyî û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) dîl ketine.
Her wiha hat destnîşankirin ku çarenivîsa bi sedan kesên din hîn jî ne diyar e û ti agahî li ser wan nîn in. (Rûdaw)
