Li Endonezyayê keştiya 243 kesan hebû wenda bû

13 îlon 2026 09:42

Li Endonezyayê keştiya rêwiyan a ku tê da 243 kesan hebû wenda bû. 102 kes hatin xelaskirin, 1 kes jî jiyana xwe ji dest da.

Li Endonezyayê keştiya 243 kesan hebû wenda bû

RûpelNews - Keştiya rêwiyê li Endonezyayê ji bajarê Surabayayê bi rê ket ber bi Banjarmasinê diçû ji çavan dûr ket û wenda bû.

Hat ragihandin tu xeber ji keştiyê nehat standin.

Tîmên lêgerîn û xelaskirinê hatin şandin cîhê ku herî dawî keştî hat dîtin. 102 kes hatin xelaskirin, 1 kes jî jiyana xwe ji dest da.