Li Rojavayê Kurdistanê dibistan vebûn: Bi 3 zimanan perwerde tê dayîn

08 îlon 2024 15:36
Li Rojavayê Kurdistanê dibistan vebûn: Bi 3 zimanan perwerde tê dayîn

PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser, îro sala xwendinê ya 2024-2025an bi vebûna dibistanan re dest pê kir.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser beriya niha ragihandibû ku 8ê Îlonê roja yekemîn a sala xwendinê ya 2024-2025an e.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rojava dabû xuyakirin, 4 heza û 100 dibistan ji bo pêşwazîkirina 900 hezar xwendekarên seretayî, navîn û amadehî hatine amadekirin.

Cîgirê Hevserokatiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê Azad Berazî da zanîn, 50 hezar mamoste ji bo perwerdekirina xwendekaran hatine amadekirin.

Li herêmên Rêveberiya Xweser perwerde bi zimanên erebî, kurdî û suryanî tê dayîn.