Li Rojavayê Kurdistanê ‘Dibistana Malê’ dest bi perwerdê dike
PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Sûriyê ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tê birêvekirin, ji ber metirsiya belavbûna vîrusa koronayê 14 Adarê dibistan ketibûn betlaneyê û piştre jî rêkar û qedexeyên ji bo pêşîgirtina belavbûna Covid-19 hatibûn ragihandin.
Li ser vê yekê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser ji bo xwendekar ji waneyên xwe nemînin rêbazeke nû ya perwerdeyê dixe meriyetê ku navê wê ‘Dibistana Malê’ ye.
Niha li Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Sûriyê 4 hezar û 317 dibistan hatine girtin û perwerdeya 789 hezar û 225 xwendekaran rawestiyaye.
Ji bo xwendekar ji perwedeyê qut nebin, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sîstemek bi navê "Dibistana Malê" çêkiriye ku niha xebat li ser tê kirin daku bi rêya kanalên televîzyonê û malperên girêdayî Desteya Perwerde û Fêrkirinê dê wane werin dayîn.
Li gorî zanyariyan, niha mamoste waneyan bi dîmen tomar dikin û piştre dê li ser kanala Rojava TV werin weşandin ku wê wane ji pola yekê heta pola 11an werin dayîn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin