Mihrîcana Çand û Hunerê ya Rewsenbîrên Rojavayê Kurdistanê dest pê kir

10 tîrmeh 2020 23:20
Mihrîcana Çand û Hunerê ya Rewsenbîrên Rojavayê Kurdistanê dest pê kir

PeyamaKurd - Mîhrîcana Çand û Hunerê ya 7emîn a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê li Qamişlo dest pê kir. Wê mihrîsan 8 rojan wê berdewam bike û hejmarek çalakiyên çandî û hunerê birêve biçin.

Mihrîcana Çand û Hunerê îro li navenda Hevgirtina Rewşenbîran hate destpêkirin û hunermend, helbestvan, rewşenbîr, nivîskar, endamên saziyên sivîl û desteyên Rêveberiya Xweser jî beşdarî tê de kirin.

Beşdaran mihrîcan li tevahiya rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê pîroz kir û hêvî kirin ku li bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê jî were lidarxistin.

Di mîhrîcanê de tabloyên ku rengên zeytî hatine xêzkirin û rastiya kelepora kurdî nîşan didin, hatin nîşandan.

Herwiha di roja yekem a mihrîcanê de, şanoyek bi nave “Nizanim çi bêjim” hat pêşandan û Koma Çiyayê Kurmênc û Koma Serêkaniyê çend stran gotin.