Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamya vebû

02 berfanbar 2019 00:11
Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamya vebû

PeyamaKurd - Li navçeya Mêrdîn Qoserê ya bakurê Kurdistanê Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamya dest bi kar û xebatên xwe kir.

Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamya li Qoserê bi şahiyeke ku Rêveberên Komeleya Zimanê Ebedî (MEDi-DER), Komeleya Nîvîskarên Mezopotamya, Komeleya Çand û Hunerê ya Laleş, parlamentarên HDPê, hunermend û hejmarek kesên din, hat vekirin û dest bi karê xwe kir.

Hat ragihandin ku armanca Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamya, çand û hunera Mêrdînê lêkolîn bikin û bidin jiyandin e.