Li Rojavayê Kurdistanê sala nû ya perwerdê 1ê Îlonê dest pê dike

25 tebax 2020 23:37
Li Rojavayê Kurdistanê sala nû ya perwerdê 1ê Îlonê dest pê dike

PeyamaKurd - Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser a Bakurê Rojhilatê Sûriyê ragihand, ji 23yê meha Tebaxê ve, deriyên dibistanan li ber rêveberên dibistanan û mamosteyan hatine vekirin û diyar kir, roja 1ê Îlonê jî dibistan pêşwaziyê li xwendekaran dikin û proseya xwendinê bi fermî dest pê bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ji ber rêkarên koronayê li Rojavayê Kurdistanê dibistan beriya dema xwe hatibûn girtin û xwendekaran bi waneyên xwe bi xwendîna online derbas kirin.

Li gorî biryarê, 23yê Tebaxê dewama îdarî hatiye destpêkirin û roja 1ê meha Îlonê jî xwandekar bi fermî li dibistanan dest bi perwerdeya xwe dikin.

Li dibistanên Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, 203 hezar xwendekar hene ku ji bo wan 20 hezar mamoste û 2 hezar û 225 dibistan hatine amadekirin.

Li gorî zanyariyan beriya destpêkirina sala xwendinê hemû rêkarên tenduristiyê ji ber koronayê hatine standin.

Li aliyê din, hikûmeta Sûriyê jî biryar daye li herêmên jêr kontrola xwe, ji roja 13ê Îlonê ve dest bi sala nû ya xwendinê bê kirin.