Li Rojavayê Kurdistanê kîjan dibistan hatin girtin!

04 îlon 2018 16:57
Li Rojavayê Kurdistanê kîjan dibistan hatin girtin!

PeyamaKurd- Di van rojên dawî de li Rojavayê Kurdistanê li ser girtina hinek dibistanan gengeşiyeke mezin didome. Çapemeniya Tirkiyê û Sûriyê îdda kir ku rêvebiriya Rojavayê Kurdistanê dibistanê fileh û Sûryanan girtine û mafên wan yên perwerdehiyê ji destên wan hatine derxistin.

Girtina dibistanan bû sebeba nîqaşeke mezin. Platforma Aktîwîst û Rewşenbîrên Sûryanan îdda kirin ku dibistanên taybet yên eydê Sûryanan hatine girtin û kesên ku vê protesto dikin jî têne binçavkirin.

Li ser van daxuyaniyan, Hevserokê Konseya Perwerdehiyê yê Herêma Cizîrê Muhemmed Salih Ebdo daxuyaniyek da û wiha got: “Me dibistanên Sûryanan negirtine, me qadên bazirganiyê yên ku rejîmê têde xebatên îstîxbaratê dikirin, girtine.