Li Qeterê helîkopterek ket

22 adar 2026 09:57

Hate ragihandin ku li Qeterê helîkopterek ketiye û xebatön lêgerînê berdewam dikin.

Li Qeterê helîkopterek ket

RûpelNews - Wezareta Parastinê ya Qeterê ragihand ku helîkopterek, ku di dema pêkanîna mîsyoneke rojane de pirsgirêkek teknîkî jê re derketibû, kete deryayê. Wezaretê diyar kir ku lêgerîn ji bo dîtina pîlot û rêwiyan berdewam dike.

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku helîkopter di dema pêkanîna mîsyona xwe de têk çûye û piştî ketinê xebatên lêgerînê hatine destpêkirin.