Li Enqerê helîkopterek ket xwarê

22 nîsan 2026 08:19

Helîkoptereke veguhestinê ya giran a bi cureyê CH-47 a girêdayî Fermandariya Hewayî ya Artêşa Tirkiyeyê, li Enqerê di dema firîneke perwerdehiyê de ket. Piştî bûyerê li herêmê lêpirsîn hat destpêkirin.

Li Enqerê helîkopterek ket xwarê

RûpelNews - Bûyer, li herêma Temelliyê qewimî. Herêma ku helîkopter lê ket ji aliyê tîmên cendirmeyê ve hat dorpêçkirin, tîma Lêgerîn û Rizgariyê ya Afatên Siruştî ya Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê û berpirsên leşkerî li herêmê berdewam lêkolînan dikin.

5 personel birîndar bûn

Qeymeqamê Sîncanê Levent Kiliç, di daxuyaniyekê de li cihê bûyerê diyar kir ku pênc personelên di helîkopterê de ji ber qezayê birîndar bûne û ew rakirine nexweşxaneyê.

Kiliç destnîşan kir ku lêpirsînên teknîkî yên li ser helîkopterê berdewam dikin û got, "Qeza di dema firîneke perwerdehiyê de, dema ku helîkopter ji bo danînê amade dibû, qewimî. Ji ber ku bûyereke leşkerî ye, komîteyeke lêpirsîna qezayê dê lêpirsînê jî bike. Ya baş ew e ku ti kesê canê xwe ji dest neda."