Li Enqerê helîkoptera perwerdeyê ket xwarê
Li navçeya Sîncan a Enqere helîkoptere perwerdeyê ket. Li gorî agahiyên destpêkê, di qezayê de du kes birîndar bûn.
|
Türkçe
RûpelNews - Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, helîkopterê di dema ku firîneke perwerdehiyê pêk dianî ket. Piştî agahdarkirina bûyerê, hejmareke mezin a tîmên tenduristiyê, agirkujiyê û rizgarkirinê ji bo cihê bûyerê hatin şandin.
Li gor zanyariyên destpêkê di qezayê de tu kes nemiriye; her du kesên birîndar piştî dermankirina destpêkê ya ji aliyê tîmên tenduristiyê ve, bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.
Derbarê sedema qezayê de lêpirsînê dan destpêkirin. Ji aliyê din ve tîm li cihê bûyerê xebatên xwe didomînin.
