Li Enqerê helîkopter ket xwarê
Piştî ku helîkopterek di dema firîna perwerdehiyê de li Enqerê ket xwarê, pîlotek mir.
RûpelNews - Helîkopterek perwerdehiyê ya R-44 a TUSAŞê ji ber sedemek nediyar li nêzîkî cihê Temelli li ser rêya Enqere-Eskîşehîrê li erdê vekirî ket xwarê.
Jindarme, agirkujî û tîmên bijîşkî sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di qezayê de du kes birîndar bûn û piştî dermankirina destpêkê ew rakirin nexweşxaneyê.
Yek ji birîndaran, Kolonel û pîlotê teqawîtbûyî Yasaozden Bakkal, jiyana xwe ji dest da.
