Li Parlamentoya Ewropayê ji ber destwerdana Rûsî lêgerîn hat kirin

29 gulan 2024 20:31
Li Parlamentoya Ewropayê ji ber destwerdana Rûsî lêgerîn hat kirin

PeyamaKurd – Li bajaroka Schaerbeek a Bruksel a Belçîkayê, bi hinceta destwerdana Rûsî li ser xebatkarekî Parlamentoya Ewropayê, li mala wî kesî lêgerîn hate kirin.

Li gorî zanyariyan, Rûsyayê bi rêya wî xebatkarê PEyê ketiye nav hewla destwerdana hilbijartinê Parlamentoya Ewropayê yên di navbera 6-9ê Hezîranê de têne kirin.

Dozgeriya Federalî ya Belçîkayê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandiye ku bi hinceta destwerdana rûsî polîsan lêgerîn li ofîsa wî xebatkarê navê wî nehatiye eşkerekirin a PEyê û li mala wî kiriye.

Wekî hinceta lêgerînê jî hatiye destnîşankirin ku wî xebatkarî bi rêya malpera Dengê Ewropayê (Voice of Europe) xwestiye xwe bi destwerdana rûsî xwe nêzî parlamentarên Ewropayê bike.