Li Mewsûda Rojhilatê Kurdistanê lingê kolberekî Kurd ji ber mayînê hat qutkirin
PeyamaKurd – Roja Duşemê, 10ê Mijdara 2025an, li devera sînorî ya Newsûdê ser bi parêzgeha Kirmaşanê, kolberekî Kurd di encama teqîna mayînekê de bi giranî birîndar bû û lingê wî yê rastê ji gûzînkê ve hate qutkirin.
Li gorî nûçeya ku Saziya Mafên Mirovan a Hengawê belav kiriye, kolberê birîndar, Îbrahîm Ebdulahî yê 40 salî û xelkê gundê "Bazan" ê ser bi bajarê Ciwanroyê ye. Bûyer li herêma sînorî ya "Taqedar" a Newsûdê qewimiye dema ku Ebdulahî ji bo peydakirina debara malbata xwe mijûlî kolberiyê bû.
Piştî teqînê, Ebdulahî bi lezgînî ji bo navendên pizîşkî hate veguhestin, lê ji ber giraniya birînê, bijîşkan neçar man ku lingê wî yê rastê jê bikin. Hat ragihandin ku rewşa tenduristiya wî nebaş e.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin