Li Rojhilatê Kurdistanê kolberekî bi giranî birîndar bû

02 mijdar 2023 01:38
Li Rojhilatê Kurdistanê kolberekî bi giranî birîndar bû

PeyamaKurd – Kolberê bi navê Loqman Ahmedpûr, li devera sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ya bi navê Hangazhalê di encama leşkerên artêşa Îranê yên alaya sînor de, bi sîlihan lê xist birîndar bû. Loqman Ahmedpûr bi xwe xelkê bajarê Banê, ji gundê Manijalanêye û 45 saliye.

Piştî birîndariya xeddar ku ji girmila xwe birîndar bûye, wî birin bajarê Tebrîzê da derman bikin.