Li Mereşê erdhej çêbû
Li Mereşê erdhejeke bi mezinahiya 4,7 pileyî çêbû
RûpelNews - Li navçeya Elbîstanê ya Gimgimê (Maraş) erdhejeke bi mezinahiya 4,7 pileyî çêbû. Parêzgerê Maraşê Mukerrem Unluer ragihand ku tîm ji bo lêkolînên meydanî hatine şandin û heta niha ti raporên zirarê nîn in.
Li gorî agahiyên li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Awarte û Karên Afatê (AFAD), di saet 20:17an de li navçeya Elbîstanê ya Maraşê erdhejeke bi mezinahiya 4,7an hat tomarkirin. Erdhej di kûrahiya nêzîkî 7 kîlometreyan erdê de çêbû. AFADê ragihand ku geşedanên têkildarî erdhejê tên şopandin.
