Li Antalyayê erdhejek çêbû

06 adar 2026 06:07

Li nêzîkî navçeya Kaş a Antalyayê erdhejek bi mezinahiya 4.5an çêbû.

Li Antalyayê erdhejek çêbû

RûpelNews - Li gorî daneyên Serokatiya Rêveberiya Rewşa Awarte û Karên Afatê ya Tirkiyeyê erdhej di saet 08:35an de hat tomarkirin. Hat ragihandin ku erdhej, bi navenda xwe ya li nêzîkî navçeya Kaşê, bi qasî 12.5 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.

Hat destnîşankirin ku erdhej bi qasî 145 kîlometreyan dûrî wargeha herî nêzîk pêk hatiye. Heta niha derbarê zirar û ziyana canî û malî de ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.