Li Mereşê erdhej!

03 hezîran 2026 14:32

Di saet 13.12an de erdhejeke bi pileya 4.4 li ser pîvana Richter li navçeya Bazarcix a Mereşê pêk hat.

Li Mereşê erdhej!

RûpelNews - Erdheja li navçeya Bazarcix a Mereşê bû sedema tirsêr.

Li gorî agahiyên li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Awarte û Karên Afatê, erdhejeke bi pileya 4.4  bi pîvana Richter, ku navenda wê li navçeya Bazarcixê bû, hat tomarkirin.

Hat destnîşankirin ku erdhej di kûrahiya 12.46 kîlometreyan de pêk hatiye.

Derbarê erdhejê de ti raporên neyînî nehatine ragihandin.