Li Meletiyê avahî hilweşiya: 2 karker mirin
Li Meletiyê avahiyeke ku dihat çêkirin hilweşiya. Du karkerên ku di bin axê de man, jiyana xwe ji dest dan.
|
Türkçe
RûpelNews - Li Yeşîlyurta Meletiyê, di dema karên binesaziyê de erd hejiya û du karkerên ciwan jiyana xwe ji dest dan.
Di dema karên binesaziyê yên projeyeke xaniyan de Enes Bayram ê 29 salî û Süleyman Kaya yê 34 salî di bin kavilan de man.
Piştî agahiyên ji karkerên din, tîmên hawarçûnê ber bi cihê bûyerê ve hatin şandin.
Hat ragihandin ku her du karkeran jiyana xwe ji dest dane. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
