Li Rihayê asansor ket: 2 karkerên 18 û 19 salî mirin
Li Sêwrega Rihayê, asansora înşaatê ya ku karker tê da bûn li erdê ket. Du karkerên ku yek ji wan 18 salî yê din jî 19 salî bûn jiyana xwe ji dest dan.
|
Türkçe
RûpelNews - Li navçeya Sêwregê, asansorekî înşaetê yê ku karkerên ku derveyê avahiyekê boyax dikirin hildigirt, ji ber sedemên ku hêj nayên zanîn li erdê ket.
Muhammed Mustafa Toruntay ê 18 salî û Muhammed Kizilkan ê 19 salî ku di asansorê de bûn ji qata pêncemîn ber bi jêr ve tevî asansorê ketin û bi giranî birîndar bûn.
Her du karker bo nexweşxaneyê hatin veguhestin, tevî hewlên bijîşkan jî jiyana xwe ji dest dan.
Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
