Li Tirkiyeyê di mehekê de 214 karkeran mirin
Konseya Tenduristî û Ewlehiya Kar a li Tirkiyeyê ragihand ku di meha Tîrmehê de herî kêm 214 karkeran jiyana xwe ji dest dane.
RûpelNews - Konseya Tenduristî û Ewlehiya Kar amarên xwe yên ji bo meha Tîrmehê li ser mirina karkeran weşand.
Li gorî van amaran, di meha Tîrmehê de li Tirkiyeyê herî kêm 214 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku ji sedî 3yê karkerên ku jiyana xwe ji dest dane endamê sendîqayê bûn, lê ji sedî 97 endamê tu sendîqayê nebûn.
Hejmara karkerên ku di heft mehên pêşîn ên sala 2026an de jiyana xwe ji dest dan, gihîşt hezar û 279 kesan. Hejmara mirinan li gorî mehan wiha hat tomarkirin: Di Çileyê de 155, di Sibatê de 129, di Adarê de 150, di Nîsanê de 190, di Gulanê de 213, di Hezîranê de 228 û di Tîrmehê de 214 karkeran koça dawî kirin.
Di tîrmehê de di nav karkerên mirine de 12 zarokên karker jî hene.
