Li Îzmîra Tirkiyeyê di xwaringehekê de teqîn: 5 kes mirin, 57 kes birîndar bûn

30 hezîran 2024 20:58
Li Îzmîra Tirkiyeyê di xwaringehekê de teqîn: 5 kes mirin, 57 kes birîndar bûn

PeyamaKurd - Li navçeya Torbali ya parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyeyê, li restorantekê teqîneke mezin rû da. Hate ragihandin ku di encama teqînê de 5 kesan can dane, 57 kes jî birîndar bûne. 

Hate ragihandin ku teqîna li Taxa Ayrancilarê, di xwaringehekê de rû da, ji ber gaza sanayiyê çêbûye.

Piştî ku kesên derdorê agahî dan, tîmên tenduristî û agirkûj û polês arasteyî cihê bûyerê bûn.

Hatibû ragihandin ku di encama teqînê de 4 kesan can daye û 37 kes jî birîndar bûne, lê belê Parêzgarê Îzmîrê Suleyman Elban piştî hate cihê bûyerê, ji rojnamevanan re ragihand ku di encama teqînê de 5 kesan can daye û 57 kes jî birîndar bûne.

Suleyman Elban got: "Li gorî çavdêriyên ku li dikana şîrdancî ya li qata binî ya avahiya ku teqîn pêk hatiye 5 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan û ji di encama teqîna silindireke pîşesaziyê de 57 kes birîndar bûne. Mixabin rewşa gellek birîndaran giran e. Ji 11 avahiyên li ser kolanê, avahiya ku lûle lê teqiya, ziyaneke mezin dîtiye."