Li Îranê du teqîn: 103 kes mirin 188 kes birîndar bûn
Peyama Kurd - Li bajarê Kirmanê yê Îranê li nêzîkî gora Qasim Silêmanî dû teqînên mezin pêk hatin. Hate ragihandin ku di encama teqînan de 103 kesan jiyana xwe ji dest daye û 188 kes jî birîndar bûne.
Televizyona dewletê ya rejîma Îranê ragihand ku li eyaleta Kirmanê li nêzîkî gora Qasim Silêmanî teqîn çêbûne.
Medyaya Îranê ragihand ku ji ber teqînê 103 kesan canê xwe ji dest dane û 188 kes jî birîndar bûne.
Ajansa fermî ya rejîmê (IRNA) ragihand ku di dema merasîma bîranîna 4. salvegera kuştina Fermandarê berê yê Pasdaran Qasim Silêmanî de du teqîn pêk hatine.
Medyaya dewletê ya Îranê ragihand ku teqînên li Kirmanê êrişên terorîstî ne.
Hat ragihandin ku du teqîn çêbûne û di navbera wan de 10 xulek hebûne.
Di wan her du teqînan de 103 kesan canê xwe ji dest da û 188 kes jî birîndar bûne.
Fermandarê Supaya Qûdisê ya girêdayî Pasdarên Îranê Qasim Silêmanî li gel Cîgirê Fermandarê Heşdî Şabî Mêdî Muhendîs û çend payebilindên leşkerî yên Heşdî Şabî, di 3yê Çileya 2020î de ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve li Bexdayê, bi êrîşeke hewayî hatibûn kuştin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin