Li Lîbyayê 10 ciwanên kurd hatin dîl girtin

18 îlon 2026 14:48

10 ciwanên kurd ên ku ji Herêma Kurdistanê ji bo Ewropayê ketibûn rê, li Lîbyayê ji aliyê komeke çekdar ve hatine dîl girtin. Ji malbatên ciwanan hatiye xwestin ku di berdêla serbestberdana wan de, ji bo her kesekî 4 hezar dolar fîdye bidin.

Li Lîbyayê 10 ciwanên kurd hatin dîl girtin
Wêne: Arşîv

RûpelNews - Deh ciwanên ji bajarokên Hacîawa û Çwarqurna, ku di sînorê Îdareya Serbixwe ya Raperînê ya Herêma Kurdistanê, nêzîkî 45 roj berê ji bo Ewropayê ketibûn rê û çûbûn Lîbyayê.

Li gorî nûçeya Rûdawê, ciwanên temenên wan di navbera 18 û 25 salî de, li Lîbyayê ji aliyê komeke çekdar ve hatine girtin. Vîdyoyek ku li ser medyaya civakî hatiye belavkirin, nîşan dide ku ciwan li kêleka kesekî ku bi erebî diaxive, dîl hatine girtin.

Malbatan diyar kirin ku kesên ku bi wan re ketine têkiliyê, ji bo serbestberdana her ciwanekî 4 hezar dolar xwestine. Endamekî malbatê got ku wan berê pere dabû da ku ciwan werin Ewropayê.

Li gorî agahiyên ku Rûdaw ji çavkaniyên herêmî wergirtiye, kesê ku ciwan dîl girtîne, li Lîbyayê wekî 'Ebû Elî' tê nasîn û tê îdiakirin ku ji bo serbestberdana wan bi qaçaxçiyên mirovan re danûstandinan dike.

33 ciwanên din ên kurd ji Lîbyayê vegeriyabûn

33 ciwanên kurd ên ji heman herêmê ku hewl didan biçin Ewropayê, berê nêzîkî mehekê li girtîgeheke Lîbyayê hatibûn girtin; ew di 8ê Îlonê de hatin rizgarkirin û vegerandin Herêma Kurdistanê.

Hatibû ragihandin ku ev ciwan, ku temenê wan di navbera 16 û 27 salî de ne, ji bo ku bigihîjin Îtalyayê, li hev kiribûn ku serê kesî 19 hezar dolar bidin qaçaqçiyên mirovan.