Li Urmiyê 2 ciwanên Kurd bi hinceta çûne Newrozê hatin girtin
19 nîsan 2024 21:17
PeyamaKurd- Hate ragihandin ku li parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê du kes ji ber ku çûne Newrozê ji aliyê hêzên Îranê ve hatin girtin.
Çavkaniyên xwecihî radigihînin ku Umêd Qadirnejad (28) û Muhsîn Qedirreş (30) ên ji gundê Hacî Hesenî Şamatî yê bajarê Miyandiwaw a girêdayî Urmiyê, bi hinceta ku tevlî ahengên cejna Newrozê bûne îstixbaraa bajêr 17ê Nîsanê gazî wan kiriye û her du hatine girtin.
Li ser sedema desteserkirina wan ti agahiyên fermî nehatine dayîn lê xelkê deverê dibêje, ji ber ku çûne Newrozê ew hatine girtin.
Hate zanîn ku Umêd Qadirnejad û Muhsîn Qedirreş bo Girtîgeha Navendî ya Miyandiwawê hatin veguhestin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Ciwanên Kurd ên roja mirina Ataturk govend gerandibûn hatin girtin
13 mjd 2025
Kurdistan
Ciwanên Kurd ên revandî dikin mertalên zindî
07 rbn 2026
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin