Li Rojhilatê pêla girtinan: Herî kêm 8 kurd hatin desteserkirin
Hate ragihandin ku di operasyonên ku di rojên dawî de li bajarokê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê hatine kirin de, kêmtirîn 8 welatiyên kurd hatine binçavkirin. Her çend sedemên girti û tawanên ku li wan hatine barkirin nehatibin eşkerekirin jî, hatiye zanîn ku destûr nehatiye dayîn hin ji kesên girtî bi parêzer an malbatên xwe re hevdîtinê bikin.
RûpelNews - Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) ragihand ku hejmara kesên ku di operasyonên van rojên dawî de li Bokanê hatine girtin, gihîştiye heştan.
Li gorî raporê, navên kesên hatine girtin ev in: Omêd Çawbaz, Sedîq Kerîmî, Hadî Ezîzî, Şiwana Diwazî, Loqman Qorbanî, Mihemed Hecîzade, Îsmaîl Basar û kurê wî Zekeriya Basar.
Hat ragihandin ku Omêd Çawbaz, Sedîq Kerîmî, Hadî Ezîzî û Şiwana Diwazî di saetên serê sibê yên roja Pêncşemê, 13ê Tebaxê de, di operasyonên cuda yên ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li malên wan hatin lidarxistin de hatine girtin.
Hat îdiakirin ku di dema operasyonan de li mala Hadî Ezîzî lêgerîn hatiye kirin û laptop, telefona wî ya desta û wesayîta wî hatine desteserkirin. Hat destnîşankirin ku Ezîzî, yê ku berê jî hatibû binçavkirin, tevlî çalakiyên civaka sivîl bûye.
Her wiha hat ragihandin ku Sedîq Kerîmî berê ji aliyê dadweriya Îranê ve bi şeş mehên zîndanê hatibû mehkûmkirin.
Bav û kur jî girtîne
Hat ragihandin ku Loqman Gorbînî di sibeha 13ê Tebaxê de hat binçavkirin, dema ku Mihemed Hecîzade di 14ê Tebaxê de hat binçavkirin. Hat îdiakirin ku di dema operasyonê de li mala Qorbanî tu biryara dadgehê nehatiye nîşandan.
Hat ragihandin ku di rojên dawî de hêzên girêdayî Wezareta Îstixbaratê ya Îranê Îsmaîl Basar jî desteser kirine, di heman demê de kurê wî, Zekeriya Basar, roja Şemiyê 15ê Tebaxê hate girtin.
Li gorî HRANA, bav û kur li navendeke binçavkirinê ya girêdayî Rêveberiya Îstixbarata Bokanê tên ragirtin. Hat ragihandin ku destûr nehatiye dayîn ku her du mêr parêzer bibînin, bi telefonê bi malbatên xwe re biaxivin an jî mêvanan werbigirin.
Derbarê cihê şeş kesên din de ti agahî nehatiye bidestxistin. Tawanên li dijî kesên hatine binçavkirin û sedemên operasyonan nehatine eşkerekirin.
