'Li Kuveytê hin firokeyên şer ên Amerîkayê ketin xwarê'
Wezareta Parastinê ya Kuveytê ragihand ku hemû firokevan û tîmên balafirê bi selametî hatine rizgarkirin
RûpelNews - Wezareta Parastinê ya Kuveytê ragihand ku hin firokeyên şer ên Amerîkayê ketine xwarê, lê hemû ekîpên wan bi selametî hatine rizgarkirin. Gotebêja fermî ya wezaretê, Suud Atwan, di peyamekê de li ser tora civakî “X” ragihand ku ev bûyer îro (02 Adar 2026) qewimî ye. Wî bal kişand ku tenduristiya hemû firokevan û endamên tîmê baş in.
Karên lêgerîn û rizgarkirinê destpê kirin
Wezaretê diyar kir ku alîyên peywendîdar di cih de dest bi prosedûrên lêgerîn û rizgarkirinê kirine. Kesên rizgarkirî ji bo kontrolên tenduristî û çavdêriya pêwîst bo nexweşxaneyê hatine şandin û niha rewşa wan stabîl in.
Koordînasyon bi hêzên Amerîkayê re
Di daxuyaniyê de hat gotin ku li ser hûrguliyên teknîkî yên bûyerê koordînasyona rasterast bi hêzên Amerîkayê re hatiye kirin û rêbazên hevpar ên teknîkî li ber çavan hatine giritn. Di dawiyê de wezaretê bal kişand ku lêkolîn li ser sedemên bûyerê didome û daxwaz kir ku tenê agahdariyên fermî û ji çavkaniyên fermî werin dikkat girtin.
