Li Kerkûkê depoya çekên DAISê hat dîtin

02 tebax 2019 20:31
Li Kerkûkê depoya çekên DAISê hat dîtin

PeyamaKurd - Polîsê Federal ê Iraqê li parêzgeha Kerkûkê bi ser depoyeke çekan a DAIŞê ve bû û dest danî ser çek û teqemeniyan.

Polîsê Federal ê Iraqê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku wan li gundê Cewale yê bajaroka Riyaz ya Kerkûkê dest daniye ser embareke veşartî ya DAIŞê ku tê de çek û teqemenî hebûn.

Polîsê Federalî eşkere kir ku zêdetir ji 100 bombeyên têne çandin û bi dehan cûre topên hawinan ji wê depoya DAIŞê derketine.

Rêxistina terorîst DAIŞ ev demek e dîsa li parêzgeha Kerkûkê û navçeyên wê dest bi liv û tevgerê kiriye û gelek caran hêzên asayîşê û xelkê sivîl dibin armanca êrîşên wan.