'YNK ji bo ku Walitiya Kerkûkê bide Tirkmenan hevdîtinan dike'

14 nîsan 2026 19:47

Endamê Mekteba Siyasî ya Eniya Tirkmenên Iraqê Emîr Îzzet got: "Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) helwesteke nerm nîşan dide ku posta parêzgeriya Kerkûkê ji Eniya Tirkmenan re were dayîn."

'YNK ji bo ku Walitiya Kerkûkê bide Tirkmenan hevdîtinan dike'

RûpelNews - Ligel berdewamiya nîqaşên derbarê paşeroja rêveberiya herêmî ya li Kerkûkê de berdewam dikin, ji aliyê Eniya Tirkmenên Iraqê (ITC) ve daxuyaniyeke balkêş hat dayîn.

Endamê Buroya Siyasî ya Eniya Tirkmenên Iraqê Emîr Îzzet diyar kir ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û gelek aliyên siyasî derbarê posta Parêzgeriya Kerkûkê de hevdîtin pêk anîn.

Emîr Îzzet da zanîn ji bo ku posta Walîtiya Kerkûkê ji Tirkmenan re bê dayîn YNK bi merc helwesteke pozîtîf nîşanî wan da.

Îzzet li ser mijarê wiha axivî: “Em dixwazin wekî Kurd û Ereban derfetek ji me re jî bê dayîn da ku em Kerkûkê bi rê ve bibin. YNKyê qaymeqamtiyên Dubiz, Daqûq û Kerkûkê û her wiha posta Birêvebirê Polîsên Kerkûkê xwestine.”

Parêzgerê Kerkûkê Rêbwar Taha der barê mijarê de got: “Min tenê li ser medyaya civakî bihîstiye û tiştekî fermî ji min re nehatiye gotin.” (Çavkanî: Rûdaw)