Parêzgariya Kerkûkê ji destê kurdan diçe û digihe tirkmenan

15 nîsan 2026 13:53

Li gorî zanyariyan, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi ereb û tirkmenan re li hev kiriye û dê Rêbwar Taha dev ji posta Parêzgariya Kerkûkê berde.

Parêzgariya Kerkûkê ji destê kurdan diçe û digihe tirkmenan
Wêne: Rûdaw

RûpelNews - Piştî hilbijartina Serokomarê Iraqê Nizar Amêdî, hatibû îdiakirin ku di navbera YNKê û partiyên ku piştgiriya Amêdî kirine de li ser Kerkukê lihevkirine çêbûye. Li gorî zanyariyan dê Rêbwar Taha dest ji posta parêzgariyê bedre.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Serokê Meclisa Parêzgeha Kerkûkê endamên meclisê vedixwîne civîneke "bilez".  Endamê Meclisa Parêzgeha Kerkûkê Ebdula Mîrweys li ser mijarê got, "Serokê Meclisa Parêzgeha Kerkûkê îro em agahdar kirine ku sibe saet 12.00an dê civîneke neasayî ya Meclisa Parêzgeha Kerkûkê were kirin."
Li gorî zanyariyên, di bernameya kar a civînê de mijara destjikarberdana Parêzgarê  Kerkûkê Rêbwar Taha heye.

Dê Mihemed Seman bibe parêzgarê nû

Li gorî zanyariyan, dê di civîna sibe ya Meclisa Parêzgeha Kerkûkê de Rêbwar Taha dev ji kar berde û her wiha dê ji bo Mihemed Seman deng were dayîn da ku bibe Parêzgarê nû yê Kerkûkê.

Li gorî zanyariyan, di berdêla devjikarberdana ji posta parêzgariyê de dê ev post ji YNKyê re werin dayîn: Qaymeqamiya Navendê, Qaymeqamiya Daqûqê, Fermandariya Polîsan û Alîkarê Parêzgar.
Piştî guhertina postî, dê destpêka sala bê post ji tirkmenan were wergirtin û radestî Ereban were kirin.
Paşê jî dê kurd posta Serokatiya Meclisa Parêzgehê wergirin.