Li Kerkûkê depoyeke tije bombeyên DAISê hat dîtin

08 adar 2021 23:38
Li Kerkûkê depoyeke tije bombeyên DAISê hat dîtin

PeyamaKurd – Li Kerkûkê di encama operasyoneke hêzên Polîsên Federalî yên Iraqê de, depoyeke tije bombe hat dîtin.

Polîsê Federalî ragihandiye ku di encama operasyona li herêma Rafî ya Kerkûkê de, depoyeke bombeyên bermayîyên terorîstan hatiye dîtin ku tê de çar bermîlên tije bombe û du jî bombeyên destçêkirî hebûn ku çekeke Doçka jî di wê depoyê de hatiye desteserkirin.

Herwiha hatiye ragihandin ku di dema operasyonê de tunelên veşarî yên DAIŞê jî hatine dîtin û ruxandin.