Li Reqayê depoya çekên DAISê hat dîtin

23 berfanbar 2019 00:40
Li Reqayê depoya çekên DAISê hat dîtin

PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê li ser mikurhatinên şaneyeke DAIŞê ya hatibû desteserkirin, depoyeke çekan a DAIŞê li Reqayê hat dîtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku hêzên wan depoyeke çekan a girêdayî terorîstên DAIŞê dîtiye ku ew jî piştî mikurhatina şaneyeke DAIŞê ya desteserkirî ye.

Li ser agahiyan, hêzên Ewlehiya Giştî bi koordînasyona pisporên mayîn û teqemeniyan re derbasî depoyê bûn.

Hêzên Ewlekariyê diyar kirin ku lêpirsîna wan ya bi endamên şaneyê dewam dike.