Li Japonyayê erdhejeke bi mezinahiya 7.1 pileyî: Hişyariya tsunamiyê hat dayîn
Erdhejeke bi mezinahiya 7.1an li peravên Parêzgeha Kumamoto ya li Girava Kyushu ya Japonyayê qewimî. Piştî vê hejîna xurt, hişyariya tsunamiyê hat ragihandin.
RûpelNews - Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê ragihand ku, li gorî nirxandinên destpêkê, mezinahiya erdhejê 7.1 bû. Piştî erdhejê, weşangera giştî ya Japonyayê NHK ragihand ku tê payîn pêleke tsunamiyê ya bi bilindahiya nêzîkî 1 metre li herêmên peravê bixe.
Desthilatdaran ji niştecihên herêmên peravê xwestin ku dûrî deryayê bimînin û berê xwe bidin cihên bilindtir.
Piştî erdhejê, hikûmeta Japonyayê ji bo parêzgehên Kumamoto, Nagasaki, Kagoshima, Fukuoka, Saga, Oita û Miyazaki hişyariyeke erdhejê ya awarte ragihand. Her çend rayedaran ji mirovan xwest ku li hember lerizînên erdê yên piştî erdhejê hişyar bimînin jî, heta niha derbarê windabûna canan an zirara madî ya ji ber erdhejê de ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.
Tîm li herêmê lêkolîn û karên nirxandina zirarê didomînin.
