Li Endonezyayê bi mezinahiya 7.7 pileyî erdhej rû da
Li Endonezyayê erdhejek bi mezinahiya 7.7 pileyî qewimî. Piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê hat dayîn, li gor agahiyên destpêkê herî kêm 5 kes jiyana xwe ji dest dan.
|
Türkçe
RûpelNews - Ji aliyê Lêkolînên Jeolojîk ên a-Amerîkayê (USGS) ve daxuyaniyekê hat belavkirin û hat ragihandin ku navenda erdhejê 68 kîlometre li bakur-rojavayê herêma Floresê ya li Endonezyayê bû.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku erdheja bi mezinahiya 7.7 pileyî di kûrahiya 10 kîlometreyî de pêk hatiye.
Hat ragihandin di erdhejê de herî kêm 5 kes mirin, gelek kes birîndar bûn û gelek xanî zirar dîtin.
Piştî erdhejê, li heman herêmê paşlerzên bi mezinahiya di navbera 5.6 û 6.1an de hatin tomarkirin û hişyariyên tsunamiyê hatin dayîn.
