Li Kolombiyayê bi mezinahiya 7.4 pile erdhej rû da

10 tebax 2026 17:22

Li Kolombiyayê welatê li Amerîkaya Başûr erdhejek bi mezinahiya 7.4 pileyî rû da.

Li Kolombiyayê bi mezinahiya 7.4 pile erdhej rû da

RûpelNews - Enstîtuya Jeolojîk a Kolombiyayê ragihand ku navenda erdhejê nêzîkî şaredariya San Jose del Palmar a li wîlayeta Chocóyê, di kûrahiya 96 kîlometreyan de di bin rûyê erdê de bû.

Waliyê Chocoyê Nubia Carolina Cordoba di parvekirineke li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de ragihand ku erdhejeke dijwar li wîlayetê qewimî.

Cordoba ragihand ku her çend navenda erdhejê li San Jose del Palmar bû jî, avahiyên li paytexta wîlayetê, Quibdo, zirareke mezin dîtine û agahiyên birîndarbûnê hatine ragihandin.

Gelek bajar hejiyan

Hejîn li gelek bajarên li seranserê welêt, ku nifûsa wê nêzîkî 50 milyon e, hate hîskirin, di nav de paytext Bogota û her weha Cali, Manizales û Pereira jî hene.

Li paytext Bogota, bi sedan kesan ji malên xwe derketin û derketin kolanan. Derbarê zirarên maddî û canî de heta niha aghiyeke fermî nehatin ragihandin.