Li Japonyayê yekem car hişyariya 'kokushobi' hat dayîn
Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê (JMA) ji bo sê bajaran ku pileya germê li wan gihîştiye 40 pileyî, yekem car di dîrokê de hişyariyeke 'kokushobi' (roja germ a xedar) da. Hat ragihandin ku ji ber germa zêde ya ku bandora xwe li ser welêt didomîne, sê kesan jiyana xwe ji dest dane.
RûpelNews - Japonya li dijî yek ji pêlên germa herî dijwar ên salên dawî têdikoşe.
Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê (JMA) ragihand ku pileya germê li bajarên Tajimi, Gujo û Toyoda, yên li beşa navendî ya welêt, gihîştiye 40 pileyî.
Piştî vê geşedanê, Ajansa Meteorolojiyê cara yekem hişyariyeke taybet a germê ya bi navê 'kokushobi' aktîv kir, ku wateya wê 'roja germ a xedar' e.
Ev sîstema hişyariyê di Nîsana îsal de hate destpêkirin da ku gel li ser rîskên ku ji ber germahiya zêde di rojên ku pileya germê digihîje 40 pileyî de çêdibin, agahdar bike.
Şîretên tenduristiyê ji bo gel
JMAyê diyar kir ku pêla germê dê bandora xwe li ser gelek herêmên welêt bidomîne û bang li welatiyan kir ku ji bo demên dirêj di bin tavê de nemînin, gelek şilek vexwin û tedbîrên pêwîst li dijî lêdana tavê bigirin.
Rayedaran tekez kirin ku divê kesên kal, zarok û yên bi nexweşiyên kronîk re li hember germahiyên bilind bi taybetî baldar bin.
Sê kes mirin
Li gorî raporên di çapemeniya japonî, ji ber germa zêde ya ku bandorê li welêt dike, herî kêm sê kesan jiyana xwe ji dest daye.
Rayedar hişyarî didin ku her ku pêla germê didome, dibe ku bûyerên tenduristiyê yên din jî rû bidin.
