"Wê di demek nêzîk de talîmatên civîna yekem bê dayîn"
PeyamaKurd – Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab diyar kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê ji bo yekemîn civîna dewra 6an a Parlamentoya Kurdistanê talîmatan bide.
Dilşad Şehab di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku, Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan bi nivîseke fermî ji wan re ragihandiye ku encamên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pesend kirine.
Dilşad Şehab amaje bi prosedurên piştî pesendkirina encaman jî kir û ragihand, li gorî yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî wê di demeke nêzîk de ji bo yekemîn civîna dewra 6ê ya Parlamentoya Kurdistanê rênimayiyên xwe bide.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê encamên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pesend kir û daxuyaniya nivîskî ji Serokatiya Herêma Kurdistanê re şand.
Berpirsê Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Neberd Omer di daxuyaniya xwe ya doh de ragihand, îro Yekşemê 24.11.2024, Encûmena Komîsyaran a Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê encamên hilbijartinên dewra 6an a Parlamentoya Kurdistanê pesend kir.
Neberd Omer diyar kir ku encamên pesendkirî wê bi nameyeke fermî pêşkêşî Serokatiya Herêma Kurdistanê bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin