Erebistana Siûdî hişyariya xeteriyê ji bo Meke, Cide û Teyîfê da

15 îlon 2026 14:48

Sîstemên hişyariya zû li herêmên Erebistana Siûdî, di nav de Meke, Cide û Teyîf, hatin aktîvkirin. Digel ku gel hatiye handan ku hişyar bin, agahiyên rayedaran bişopînin û li cihên ewle xwe biparêzin, derbarê çavkaniya hişyariyê de ti agahî nehatiye dayîn.

Erebistana Siûdî hişyariya xeteriyê ji bo Meke, Cide û Teyîfê da

RûpelNews - Rêveberiya Parastina Sivîl a Erebistana Siûdî ragihand ku bi rêya Saziya Neteweyî ya Hişyariya Zû, ji bo Meke, Cideyê û Teyîfeyê hişyariyeke 'xeteriyê' hatiye dayîn.

Desthilatdaran bang li welatiyan kirin ku li hember xeteriyên muhtemel hişyar bin, agahiyên fermî bişopînin û xwe ji kombûna di girseyên mezin de dûr bixin. Wan her wiha bang li gel kir ku eger bûyerek rû bide, ti dîmenan tomar nekin.

Daxuyaniyê derbarê cewhera gefê an jî çavkaniya rîskê de ti agahî neda.