Li Iraqê drizandina girtiyên DAIŞê yên ji Sûriyê hatine dest pê dike

23 rêbendan 2026 17:08

Lijneya Dadwerî ya Bilind a Iraqê ragihand ku wan dest bi pêvajoya yasayî û lêpirsînê li dijî koma yekem a girtiyên DAIŞê kiriye ku di bin koordîneya Koalîsyona Navneteweyî de ji Rojavayê Kurdistanê anîne Iraqê.

Li Iraqê drizandina girtiyên DAIŞê yên ji Sûriyê hatine dest pê dike

EuronuNews- Hate ragihandin ku di koma yekem ji nêzîkî 150 kesan pêk tê ku di nav wan de hem welatiyên Iraqî û hem jî welatiyên biyanî hene.

Li gorî daxuyaniya dadweriya Iraqê, tawanbar li girtîgehên Wezareta Dadê hatine bicihkirin û darizandina wan dê li gorî destûr û qanûnên Iraqê were kirin da ku mafên qurbaniyan were parastin.

Rayedaran destnîşan kir ku ji bo ewlehiyê, malbatên çekdaran dê ji şervanan cuda werin girtin û li navendên taybet ên li derveyî bajaran werin bicihkirin.

Tê payîn ku di rojên pêş de komên din ên girtiyan jî li gorî nirxandinên ewlehiyê radestî Iraqê werin kirin.

  •