Balafirên Brîtanya û Fransayê li Sûriyê êrîşê DAIŞê kir

04 rêbendan 2026 09:29

Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê ragihand ku wan bi hevkariya Fransayê êrîşî binesaziyeke rêxistina DAIŞê ya li bajarê Tedmûrê yê Sûriyeyê kir.

Balafirên Brîtanya û Fransayê li Sûriyê êrîşê DAIŞê kir

EuronuNews- Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê bi daxuyaniyekê eşkere kir, "Balafirên Hêza me ya Asmanî ya Şahaniyê bi hevahengiya Fransayê êrîşî DAIŞê kir."

Hate diyarkirin ku cihê hatiye bombebarankirin ji aliyê DAIŞê ve bi armanca depokirina çek û teqemeniyan dihat bikaranîn.

Herwiha Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê diyar kir ku ti nîşane nînin ku bombebarankirina armanca li bakurê herêma Tedmûrê ya parêzgeha Himsê ya Sûriyeyê metirsî li ser jiyana welatiyên sivîl çêkiribe.