Brîtanya balafirên xwe ji Iraq û Sûriyê vedikisîne

22 rêbendan 2019 20:25
Brîtanya balafirên xwe ji Iraq û Sûriyê vedikisîne

PeyamaKurd – Rojnameya Daily Mail Îngilîzê bi zarê rayedarên leşkerî yên Brîtanyayê ragihand ku Brîtanya nîvê balafirên xwe yên şer ên li Iraq û Sûriyê çalak in vedikişîne.

Daily Mailê ragihand, Hêzên Hewayî yên Qraliyeta Yekgirtî (Brîtanya) dê 8 balafirên xwe yên cureyên "RAF Typhoon" meha pêşiya me ji Iraq û Sûriyê vekişîne.

Di nûçeyên de hat diyarkirin ku dê 6 balafirên "RAF Typhoon" û bi qasî 10 balafirên bêmirov ên Reaper li Rojhilata Navîn bimînin.

Rayedarê leşkerî ji rojnameyê re destnîşan kiriye, dê di misyona wan a li dijî rejîma Sûriyê ya bêçare de ti guhertineke çênebe û biryardariya wan berdewam be.

Hêjayî gotinê ye ev biryara Brîtanyayê piştî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a vekişîna ji Sûriyê tê.