Balafirên Iraqê êrîs birin ser DEAS a li Sûriyê

06 gulan 2018 21:37
Balafirên Iraqê êrîs birin ser DEAS a li Sûriyê

PeyamaKurd- Wezareta bergiriyê ya Iraqê ragihand ku wan êrîşên hewayî birine ser çeperên DEAŞê yên li Sûriyê.

Berdevkê operasyonên hevpar û wezareta bergiriyê ya Iraqê albay Yehya Resûl got ku ew bi balafirên F-16 yan siet li dora 08:00 ê sibê de, operasyon kirine ser çeperên DEAŞê yên li Sûriyê û weha got:

“ Balafirên me di nava axa Sûriyê de ji sînorên me 400 km dûr, li devera El Deşîşe operasyoneka serkeftî  kirin. Heya talûka DEAŞê hebe, wê operasyonên derveyê sînor dewam bikin.”